Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Misirî li Sînayê Hate Kuştin


Wezareta Hundir ya Misirê dibêje, çekdaran efserekî polîs li devera Sînayê kuştiye.

Wezaret di daxuyaniyekê de dibêje, general Ehmed Mihemed Askar derengî Şemiyê hate kuştin, dema ku mîlîtanan teqe li bajarokê Erîş yê bakurê Sînayê lê kirin.

Daxuyaniya wezaretê dibêje, hêzên ewlekariyê ew dever dorpêç kiriye, di hewildanekê de jibo girtina kesên ku ev êrîş pêk anîne.

Li ser malperên medyaya civakî, tê gotin ku şaxê DAIŞ li Misirê berpirsiya vê êrîşê xistiye stûyê xwe.

Ji dema ku serokê Îslamî Mihemed Mursî sala 2013 ji desthilatê ve hate avêtin, Misir rastî pêleke êrîşên mîlîtanên Îslamî, bi taybet li dever Sîna, hatiye.

XS
SM
MD
LG