Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yûnanistanê Hilbijartinên Girîng Birêve Diçin


Serokwezîrê berê û rêberê partiya Syriza.
Serokwezîrê berê û rêberê partiya Syriza.

Hevwelatiyên Yûnanistanê îro Yekşemê berê xwe didin sindoqên dengdanê jibo hilbijartina hikûmeteke nû. Ev hilbijartin di demekê de tê ku krîza aborî û siyasî ya welêt berdewam dikin.

Hilbijartinên îro Yekşemê Partiya Syriza ya çepgir têne ber partiya parêzkar ya Demokrasiya Nû. Ev hilbijartin hatin holê, piştî ku serokwezîr û rêberê partiya Syriza Alexis Tsipras meha borî dest ji karê xwe berda. Ev cara sêyemîn e îsal ku hilbijartinên giştî li Yûnanistanê pêk tên.

Li gorî rawergirtinên dawî, Syriza dê bi rêjeyeke biçûk li pêş partiya Demokrasiya Nû be. Nayê çaverêkirin ku yek partî bi tena xwe piraniyê li parlamena 300 kursî bidest bixîne. Çi partiya ku biserkeve, divê hikûmeteke koalisyonê bi du partiyên biçûktir re ava bikin: ew jî partiyên To Potami û PASOK ya sosyalist in.

Li jêr sozeke hikûmeta berê, divê hikûmeta nû li Yûnanistanê paketa reforman destpê bike, wekî beşek ji rêkeftina deyndarên Ewrupayî.

XS
SM
MD
LG