Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Elkê 4 Sivîl Hatin Kuştin


Li navçeya Beytuşşebap’a Şirnexê (Elkê) roja Înê di nav PKKê û hêzên ewlekariyê de pevçûn çê bûn.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Artêşa Tirkiyê, li 25ê Êlûnê PKKê bi roket û hawinan êrîş biriye ser qereqola cendermeyan. Di encamê de 2 lekşer hatin kuştin, 8 leşker û qorîciyek birîndar bûn.

Herwiha hat gotin ku piştî êrîşê operayoneke berfireh hatiye destpêkirin û hat îdiakirin ku 34 endamên PKKê hatin kuştin.

Piştî êrîşa ser qereqolê li navçeyê jî şofêrêk ambulansê hat kuştin.

Wezîrê Saxlemiyê Mehmet Muezinoglu di daxuynaiyekê de ragihand ku PKK şofêr kuştiye.

Daxuyayniyên fermî û medyaya Tirkî dibêjin, her sê sivîl û şofêr ji aliye PKKê ve hatin kuştin. Lê parlamenterên HDPê dibêjin ev yek ne rast e.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz derbarê bûyerê de ji Dengê Amerîka re axivî.

"Leşker ji navçeyê gundan topbaran dikin. Topa hawinê li gundê Setkarê li mala Ahmet Temel dikeve. Di encamê de Ahmet Temel, Botan Temel û Alya Temel tên kuştin, du kes jî birîndar dibin. Herwiha şofêrê ambulansê Şêxmûs Dursun jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê kuştin. "

Parlamenterê Şirnexê got, teroreke mezin li navçeyê hatiye meşandin. Herwiha îdia kir ku Wezîrê Saxlemiyê bi daxuyaniyê rastiyê berovajî dike.

Siyasetvanê Kurd daxuyakirin di dema otopsiya şofêr de polîsan avêtiye ser nexweşxanê û li herkesî heqaret kirine. "Heqaret li me jî kirin û dema em li nexweşxanê bûn, wir dan ber guleyan."

Hûn dikarin agahiyên zêdetir di fayla dengî de guhdarî bikin.

Êrîş li Elkê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:38 0:00

XS
SM
MD
LG