Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbendiya Rûsya, Îran, Îraq û Sûriyê di Şerê DAIŞ de Wê Çendê Karîger be?


Mideast Syria Putins Moment Analysis
Mideast Syria Putins Moment Analysis

Rûsya divê sengî liser şerê tîrorê be û rijêma Esad beşek be di rêvebirina Sûriya dahatî de, lê Amerîka û hêzên hevpeymanan dibêjin, divê Esad bê ladan.

Girjî û aloziyên şerê Sûriyê dê naverokê danûstandinên Serok Barack Obama û Serokê Rûsî Vladimir Putin bin li kombuna wan ya rastewxwe îro dûsem li NYê.

Putin bawer dike kû divêt sengî liser şerê tîrorê be û rijêma Esad beşek be di rêvebirina Sûriya dahatî de. Lê Amerîka û hêzên hevpeymanan dibêjin, divê Esad bê ladan.

Demê çend heftîya ne Rûsya firokan, çek û dezgehên şerî di hinêrin Sûriyê jibo piştgîriya rijêma Esad. Ev pêngav û piştevanî dijî helwîstê Amerîka ne kû êdî Esed rewayî ne maye û divêt ji desthelatê derkeve.

Li heman dem, karbidestê hikumeta navendî ya Îarqê dibêjin, wan rêkeftin digel Rûsya, Îran û Sûriyê kiriye liser hevpar kirina zanyariyan di şerê dijî komelên milîtanan de.

Gelo, heta çendê ev hevbendiya Rûsya, Îran, Îraq û Sûriyê wê karîger be di şerê DAIŞ de? Erê bersiva Amerîka wê ji van pêşhatan re çawa be?

Di bernama Îro ya Em û Siyaset da em van pisyaran arasteyî hêjayan Dr. Ebdulbasit Seyda, serokê bere yê Encumena Niştimaniya Sûrî, li Swêdê ye û Dr. Kamiran Hac Ebdo, Sekretêrê partiya Yekêtiya Demokrata Kurd – Sûriyê li Almanya ye.

Jbo guhdardarîkirina bernamê failê deng dagire;

Hevbendiya Rûsiya, Îran, Îraq û Sûriyê Wê Çendê Karîger be?
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:25 0:00

XS
SM
MD
LG