Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtan Şêx Hesen li Ser Rêbazên Perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê Diaxive


Xweseriya Demokrat li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî dest bi rêbaza perwerdeyê bi zimanî Kurdî kiriye. Ev cara yekê ye li dibistanan li Rojavayê Kurdistanê ku perwerde bi zimanî Kurdî dibe.

Seroka desteya perwerdeyê ya Kantona Efrînê Îtan Şêx Hesen ji Dengê Amerîka re li ser çavkaniya vê rêbazê û birêvebirina wê axivî û got: "Rêbaza perwedeyê bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî taybet û serbixwe hatiye avakirin, li gorî civaka Kurdî û pêkhateyên din jî."

Lê ev rêbaza nû ji aliyên hin partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatiye rexnekirin. Ew dibêjin, naveroka wê li ser îdyolojiya PKK hatiye avakirin.

Xanim Hesen li ser wan rexneyan dibêje, ew mîna propagenda ye li dijî destkeftên rêveberiya xweser û ti bengeh ji rexneyên wan re tune ye.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng guhdar bikin.

Hevpeyvîna Îtan Şêx Hesen-9-29-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:52 0:00

XS
SM
MD
LG