Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Sîno: Rûsya Dixwaze Hevpemaniyeke Nû li Dijî DAIŞ Dirust Bike


Perlemana Rûsî, piştî daxwaza serokê Rûsya Vladimir Putin, îro Çarşemê destwerdana serbazî di Sûriye de bi awayekî fermî tekez kir.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de bi Mistefa Sîno re, nûnerê partiya El-Partî (P.D.K.S) li Rûsiya û endamê bîroya pêwendiyên derve ya ENKS e, wî li ser vê gava leşkerî got :

"Rûsya dixwaze hevpeymaniyeke nû dirust bike piştî salakê ji şerê hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîka li dijî DAIŞê, bê ku tu encaman bide."

Wî herwiha bal kişand li ser planên navdewletî û berjewendiyên zilhêzên cîhanê di Sûriye de û li gorî wan jî, helwesta welatan tên guhertin.

Li ser piştgiriya Rûsya ji Kurdan re, Sîno wiha dibêje: "Rûsya baş dizane ku bi êrîşên esmanî tenê nikare DAIŞ têk bibe û hêza bi tenê ya ku şerê DAIŞ li ser erdê dike Kurd in, ji ber wî jî wê piştgiriyê bide wan.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Mistefa Sîno-09-30-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:29 0:00

XS
SM
MD
LG