Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistan 9 Endamên Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor Têne Kuştin


Li Afghanistan 9 endamên xwecihî yên rêxistina pizîşkên bê sînor hatin kuştin û 30 din jî windabûn di encama teqînekê de li nêzîkî nexweşxaneya wan li bakurê welêt, ku renge bi sedema êrîşeke esmanî ya Amerîka bû.

Di daxuyaniyekê de rêxistina xêrxwazî ya navnetewî got teqînê demjimêr 2:10 berbangê cih girt.

Tê zanîn ku hêzên Afghanî bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Amerîka şer dikin ji bo derxistina çekdarên Taliban ji bajarê Kunduz ku wan roja duşemê ew Kontrol kiribû.

Hêzên Amerîka li Afghanistan gotin wan demjimêr 2:15 berbangê êrîşek bir ser Kunduz. Peyvdarê artêşa Amerîkî Kolonêl Brian Tribus, got renge êrîşê ziyan gihandibe bingeheke tenduristî û vekolîn di vê derbarê de dibin.

Tribus got ew êrîşa esmanî ya 12em bû li ser Kunduz ji roja sêşemê ve.

Peyvdarê wezareta navxweyî Sedîq Sedîqî got ji 10 ta 15 terorîstan, xwe di nexweşxaneyê de veşartibûn di dema êrîşê de. Wî got terorîst hemî hatin kuştin lê hin pizîşk jî jiyana xwe ji dest dan. Wî di konfranseke rojnamevanî de got 80 endamên nexweşxaneyê, di nav de jî 15 biyanî hatin guhestin bo cihekî aram.

XS
SM
MD
LG