Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Du Teqînan De Li Bexda 18 Kes Têne Kuştin


Li Îraq du teqînên mezin li bexda rûdan û bi kêmanî 18 kesan jiyana ji dest dan.

Efserekî polîs dibêje êrîşa yekem li ser seytereyeke ewlekariyê li Bexda pêk hat û bi kêmanî 11 kes kuştin.

Efser dibêje kesê xwekuj bi kembereke bumbekirî êrîşî seytereya polîs kir li taxa Kazimiye. Ew dibêje bi kêmanî 4 sivîl di nav kesên mirî de bûn, û her wiha 36 kesên din jî birîndar bûn.

Teqîna duyem ew ji aliye xwekujekî din ve li navçeya el-Hurriye li cadeyeke bi qerebalix pêk hat û bi kêmanî 7 kes kuştin û 25 kesên dinjî birîdar kirin.

Berpirsekî tenduristî ev jimar erê kirin. Herdû berpirên ewlekarî û tenduristî yê nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata belavkirina agahiyan nîne.

Ta niha kesekî berpirsiyarî xwe li dor êrîşê ranegihandiye, lê gurûpa Dewleta Îslamî, ku sêyek ji Îraq û Sûriyê control dike, berê berpirsiyariya xwe ragihandiye li dor gelek êrîşan li ser hêzên ewlekariya Îraqê xelkê şîiî ku ew piraniya Îraqê ne.

XS
SM
MD
LG