Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Tirkiye û YE li Ser Planekê jibo Koçberan Lihev Dikin


Rojnameyeke Alman îro Yekşemê ragihand ku Yekîtiya Ewrupa û Tirkiyê li ser planekê jibo rawestandina çûna penaberan ber bi Ewrupayê ve lihev kirine.

Rojnameya Frankfurter Sonntagszeitung got ku nûnerên Komisyona Ewrupî û hikûmeta Tirkiyê hefteya borî li ser vê rêkeftinê lihev kir. Ewê rêkeftina sereke sibe Duşemê di civîna Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rêberên Yekîtiya Ewrupayê de were gotûbêj kirin.

Raport dibêje, li gorî rêkeftina nû, ewê Tirkiyê hewildanên xwe jibo parastina sînorên bi Yekîtiya Ewrupa re zêde bike û bêtir pasevanên beravî derxîne ser kar da ku ligel yên Yûnanî çavdêriya Deryaya Îca. Bi riya wê deryayê, gelek penaber bi qeyikan ji Tirkiyê diçin Yûnanistanê.

Penaberên ku werin girtin, dê werin vegerandin bo Tirkiyê. Biryar e 6 kampên nû werin avakirin da ku dora 2 milyon penaber tê de werin bicîkirin.

XS
SM
MD
LG