Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Wêneya Termê Kurdekî Vekolîn Dike


Wezareta Hundir ya Tirkiyê dibêje, wê dest bi vekolînekê kiriye derbarê binpêkirineke pêkane ya mafên mirov.

Ev yek hatiye holê, piştî belavbûna wêneyekê li ser malperên medyaya civakî, tê de termê Kurdekî li du trimbêleke hêzên ewlekariyê dihate ve dihat kişandin.

Wêne îro Yekşemê li ser Twitter hate belavkirin û ji aliyê rêberê HDP, Selahettin Demirtaş ve hate parvekirin.

Daxuyaniya wezaretê dibêje, ewê îdiayên binpêkirina mafên mirov bi temamî werin vekolînkirin. Wê got, Tirkiyê “bi prensîpên dewleta qanûnê” şerê serhildayên Kurd dike.

XS
SM
MD
LG