Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Destêwerdana Rûsya Bo Sûriyê li Herêmê


Hewas Xelîl, Remezan Moray û Idrîs Nehsan
Hewas Xelîl, Remezan Moray û Idrîs Nehsan

Êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûriyê, baregeh û şûnên hêzên opozisyona Sûrî yên nermrê ji xwe re dike armanc bêhtirî Daiş û gurûpên din yên terorîst, li gor gelek çavdêr û aliyên şer li Sûriyê û li derveyî wê.

40 gurûpî leşkerî li Sûriyê hebûna Rûsya li Sûriyê wek dagîrkirin anî ziman û soza tolvedana li dijî wê dan.

Partiya Ixwan el-Muslimîn banga hilgirtina çekan kir li dijî Rûsya.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan êrîşên Rûsya wek şaşiyeke mezin bi nav kir û got dê Rûsya di dîrokê de bête dadgehkirin li ser van kiryarên xwe.

Gelo berê destêwerdana Rûsya li kuye û daxwaza wê ji herêmê çiye?

Tirkiyê, ku doh balafirên Rûsya derbasî esmanê wê bûn, dikare çi bike di demên pêş de?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Hewas Xelîl, niwênerê ENK-S di Koalisyona Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûrî de ku li Tirkiyê dimîne; Îdrîs Nahsan, cîgirê serokê desteya karûbarên derve ya kantona Kobaniyê; û her wiha Remezan Moray, siyasetmedar û endamê partiya Maf û Azadiyan ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:24 0:00

XS
SM
MD
LG