Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Îsmaîl: Ser Rewşa Sûriye Rêkeftineke Veşartî Nav Amerîka û Rûsya Heye


NATO nerazîbûna xwe diyarkir di derbarî derbasbûna firokên Rûsî sînorê Tirkiye û bikaranêna xaka Tirkey bo operasyonên xwe li dijî DAIŞ û hin girûpên çekdarên din di Sûriye de.

Di derbarî van aloziyan de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Mustefa Ismaîl re kir, ku têde got:

"Tirkiye û çend welatên din yên herêmî, ne xwedan biryarên serekî ne di rewşa Sûrî de, û ew li gorî berjewendiyên zilhêzên cîhanê biryaran xwe durist dikin."

Herwiha jî Ismaîl dibêje, rêkeftineke veşartî -bin masê- di nav Amerîka û Rûsiya de heye li ser rewşa Sûriye, û ew berjewendiyên xwe di herêmê de têknabin ji bo piştgiriya tu aliyan di şerê Sûriye de.

Ji aliyekî din jî; Ismaîl helwesta Tirkiye di derbarî rewşa Sûriye de zelalkir û got: "Tirkiye ne cedî bû di piştgiriya opozisyona Sûrî de, bi tenê piştevaniya hin girûpên Islamî dikir jî bo fişarê li herêma Kurdan bike di Sûriye de.

Ji bo guhdarîkrina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Mustefa Ismaîl-10-07-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00

XS
SM
MD
LG