Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistan Dixwaza Guftûgoyên Afghanistan û Taliban Vejîne


Serokwezîrê Pakistan Newaz Şerîf dibêje hikûmeta wî hewil dide guftûgoyên aştiyê yên rawestiyayî di navbera niwênerên hikûmeta Afghanî û yên Talîban de vejîne.

Şerîf, îroj şemiyê di axaftinekê de li konferanseke rojnamevanî ku bi riya tilfizyonê hat belavkirin, got Îslamabad amadeye careke din roleke navînciyatiyê bilîze ji bo bidawîanîna şerê Talîban yê 14 salan li dijî Kabul.

Tê zanîn, Pakistan di meha 7 an de mîvandariya kombûnên berbiçav di navbera herdû aliyan de kirin. Lê gera duyem ji wan kombûnan hat ragirtin piştî ku hikûmeta Afghanî diyar kir serkirdeyê Taliban Mullah Mohammad Omar ji berî du salan ve miriye.

Ji wê demê ve, Taliban êrîşî bajarê Kuduz yê li bakurê welêt kir, di gavekê de ku helwesta hikûmeta serok Ashref Ghanî lawaz dike.

XS
SM
MD
LG