Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêmên Navendî Yên Sûriyê Şerekî Giran Dibe


Medya dewleta Sûrî û çalakvanên opozisyonê radighînin ku pevçûnên giran li navenda welêt dibin, di demekê de ku hêzên hikûmetê bi piştgiriya firokên şer yên Rûsya hewil didin pêşketinan bidest xin li dijî serhildêran.

Acansa fermî ya Sûriyê SANA, îroj şemiyê got hêzên hikûmetê bi temamî gundê Etşan kontrol kirin li bakurê gundewarê parêzgeha Hema.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Hikûmeta Sûriyê, demekê berê vê hefteyê êrîşeke giran birin ser parêzgehên Hema û Idlib, û ev cara yekem e, hêzên esmanî û yên li ser erdê bi hev re êrîş dikin, ji dema ku Mosko dest bi helmeta xwe ya leşkerî kir li welat, di roja 30 meha berê de.

Berpirsên Rûsî dibêjin êrîşên wan yên esmanî, bi awakêî sereke li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ne, lê piraniya êrîşan diçin ser herêmên ku gurûpên tundrew lê nînin.

XS
SM
MD
LG