Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Washingonê Salvegera 20'ê ya Meşa Yek Milyonî Lidar Dikeve


Wêneyek ji xwepêşandina berî 20 salan.
Wêneyek ji xwepêşandina berî 20 salan.

Dibe ku xwepêşandina berî 20 salan di heman rojê de, ji ya îro bi hejmar mezintir be, lê slogan û daxwazên kesên beşdar hîn wekî xwe.

Du xalên sereke di vê xwepêşandinê de berçav bûn. Yek jê wekhevî ye û ya din jî dadmendî.

Ev komcivîn jibo vejandina salvegera 20emîn ya Xwepêşandina yek milyonî ye.

Rêxistina Nation of Islam dizanîbû ku jimara xelkê li Meydana Niştimanî ya Washington Paytext dê kêmtir be ji ya berî 20 salan, lê rêberên rêxistinê dibêjin, gelek bûyer di çend salên borî çê bûne ku rê ji hevbendiyeke reşên Amerîka re vedikin.

Rêberê rêxistina ku berevaniya mafên reşan dike, Louis Farrakhan, bi radîkalbûna helwesta xwe hember sîstema siyasî û civakî li Amerîka tê nasîn.

Ew di gotara xwe ya giştî de dibêje, tevî hemû biyar û fermanên ku ji aliyê dewletê ve hatine standin da ku Reşên Amerîkî jiyaneke wekhev li Amerîka bijîn, hîn jî ev sîstem şkestî ye.

XS
SM
MD
LG