Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Bombeyên Goşeyî yên Rûs li Sûriyê Tên Bikaranîn


Rêxistina Human Rights Watch (HRW) îro Yekşemê got ku ev cara yekê ye li bakurê Sûriyê bombeyeke goşeyî hatiye bikaranîn. Ev bombe li Rûsya hatiye çêkirin.

Rêxistina mafên mirov ku bingeha wê li New York e, dibêje ku ev pêşketina nû tirseke mezin tîne holê ku yan Rûsya van bombeyan ji esman davêje yan jî pêşkêşî artêşa Siriyê dike.

Cîgirê Berpirsê Beşê Rojhilata Navîn li HRW Nedîm Horê got, “tiştekî xirab e ku êdî celebekî din ji çekan li Sûriyê tê bikaranîn. Ji berê ve ziyan li sivîlan tê kirin û nuha ew ziyan zêdetir dibe.”

Birêz Horê herwiha got, divê Rûsya û Sûriyê van çekan bikar neyînin û divê herdu welat bêy paşvexistin têkevin rêkeftina qedexeya navnetewî.

HRW raporta xwe li ser bingehên vîdyo û wêneyên ku li gundê Kef Heleb hatine girtin, ava kiriye. Ev gund dora 15 kîlometran li başûr rojavayê Helebê dikeve.

XS
SM
MD
LG