Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Farûq Haj Mustefa: Tirkiyê Di Qonaxeke Pir Aloz Re Derbas Dibe


Farûq Haj Mustefa
Farûq Haj Mustefa

Leşkerên Tirkiyê îroj di daxuyaniyekê de gotin du firokên şer yên Sûrî û sîstemên rokêtan rê li sê firokên wan girtin ku nobedariya sînor dikirin.

Ev yek tê piştî çend rojan ji derbasbûna firokên şer yên Rûsya bo esmanê Tirkiyê.

Birêvebirê navenda Berçav ya Ragihandin û Azadiyan rêzdar Farûq Haj Mustefa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

" Her aliyekî şer li Sûriyê dixwaze cihê xwe xurtir bike û nameyekê ji aliyê din yê dijber re bişîne.Tirkiyê jî dikaribû roleke mezintir bilîsta li Sûriyê, lê ew têkçû. Têkçûna Tirkiyê li Sûriyê û her wiha rewşa wê ya navxweyî ya lihevketî dihêle ku helwesta wê di vê demê de lawaz be."

Haj Mustefa ku li Tirkiyê dimîne, bi dûrxist ku Tirkiyê bi awakî leşkerî derbasî Sûriyê be, wî got," Eger tiştekî wiha bibe, dê destpêka şerekî cîhanî be ku hîn çi alî jêre ne amade ne."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Farûq Haj Mustefa SW 10_11_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:29 0:00

XS
SM
MD
LG