Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Yek ji Koçberên ku li Nemsayê Xeniqî Bûn Gihişt Qamişloyê


Mesûd Şerîf yek ji koçberan bû ku li Nemsayê li nav trimbêlekê xenqî hatibûn dîtin. Laşê wî îro gihişt bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.

Piştî gihiştina termê Mesûd, doktoran agahiya firotina hinavê wî ne rast derxist û tekez kirin ku laş û hinavê wî kêm tune ye.

Rêber Şerîf Apê Mesûd jî ji bo Dengê Amarîka ev agahî tekez kir. Ew dibêje, "tiştek ji laşê biraziyê min kêm tune ye."

Hêjayî gotinê ye ku Mesûd Şerîf yek ji 71 koçberên ku di dawiya meha Tebaxê de li nav tirmbêlekê li Nemsayê xenqî hatibûn dîtin. 16 ji wan kesên mirî Kurd bûn.

Mesûd Şerîf
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:12 0:00

XS
SM
MD
LG