Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Runak Resulpur: Sazî û Rêxistinên Kurdan Rêzê li Hunerê Nagirin


Huner bi hemû beş û cûreyên xwe, ji bo afirandina ciwanî, têgihiştin û perwedeya civakê ye.

Hunermend jî berpirsê van erkaye, him bi hunera xwe him jî bi çalakiyên xwe di nav civatê de.

Mêvana vê xelekê ji bernama Deng û Reng, Hunermend û dîzaynera Kurd Runak Resulpur e.

Runak li rojhilatê Kurdistanê, şarê Mehabad jidayik bûye, û li wir di nav malbateke hezkirê hunerê de, jiyana xwe ya seretayî jiya ye û fêrî xêzên destpêka hunerê bû ye.

Li şarê Silêmaniyê çend salan jiya bi hevaljiyana xwe re hunermend Seywan Seîdiyan re, û nuha jî li bajarê Amedê dijîn û kar û xebatên xwe yên hunerî berdewam dikin.

Runak li zankoya Silêmaniyê beşê Sîramêkê qedand, herwisa jî beşê girfîk dîzaynê li Mehabdê xwend.

Resulpur beşdarî gelek çalakiyan bûye ji dîzayna cil û bergan ta dîzayna pirtûkên zaroka ve.

Bi hevaljiyana xwe re Seywan Seîdiyan, dîkorê filim û çend festîval û çalakiyan li Kurdistanê çêkiriye.

Nuha; Runak li Amedê ye û li wir li ser pirtûkê zarokan dixebite û dîzayina wan çêdike, bi awayekî ciwan û nûjen wêneyên wan di aferîne.

ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna bi Runak Resulpur re, fermo vî fayl deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:23:27 0:00

Berhemên Hunermend Runak Resulpur
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00

XS
SM
MD
LG