Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendê Navdar Omer Hemdî- Malva- Cîhê Xwe Nav Rengan Vala Hişt


Hunermendê şêwekar navdar Omer Hemdî -Malva- di temenê 64 salî de bi nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke bajarê Viyena ya Avusturya (Nemsa) koça dawî kir.

Omer hendî bi berhemên xwe yên zengîn û pir, bala cîhana huneê li Ewrupa û welatên Rojhilata Navîn kişand, bi teknîka xwe ya cêwaz, hosteya xwe ya pispor û hestyar di avakirin û têkelbûna rengan de.

Dengê Amerîka bo rûdawa mîrina Malva, hevpeyvîneke taybet li ser nerxandin, kesayetî û bandora Malva li ser hunerê kir, bi Samî Dawûd, Ebdilkerîm Mecdel Bêk û Inayat Attar re, di bernama Deng û Reng de.

Nivîskar û rexnegirê hunerê Samî Dawûd li ser kar û berhemên Malva got:

"Serbora Malva baş nehat xwendin ji aliyê rexnevana ve, kiryar û tevgera bihêz di tabloyên Malva de, ew cêwaziya wî bû di hunerê de."

Malva bi rengê xwe yên baqij û ronî tê naskirin, ku di demekê de wê şopa serboya hunermednê Ferensî yê navdar Claude Monet girt û ew serbor vejîn kir ba awayekî cuda û balkêş.

Dawûd li ser dibêje: "Monet bi du qata berhema xwe diafirand, lê Malva bi sê qatan berehema xwe çêdikir."

Ebdilkerîm Mecdel Bêk, Hunermendê şêwekar li ser bandora Malva li hunera Kurdî û ya Sûrî bigiştî got:

"Malva navaekî taybet bû li ser nexşeya hunra Kurdî û ya Sûrî, û bi bandor bû, hişt ku huner xwe li pêşxe û herdem li xwe bipirse."

Herwiha jî hevalê Malva, hunermend Inayat Attar li ser kesayetiya Malva û hezkirin û dilsoziya wî got:

Malva dostekî dilsoz e, gelekî aram e û kêm gotine, ji ber wê jî herdem wî bi rengan hestê xwe di derbarî buyer û rûdawan de derdixist."

li ser rexne û gotinê di derbarî Malva de û dûrbûna wî ji Kurdan ve, Attar dibêje:

"Nerîneke şaş li ser wî hate dayin, lê Malva gelekî dilsozê gelê xwe bû û herdem guhdan bi hunermendên nuhatî dikir, ew kesekî mezin bû û ji ber wê jî gelek gotin û rexne lê hatin kirin, ew şoreşek bi serê xwe bû."

Kurte jiyana Malva:

Omer Hamdi -Malva- di sala 1952 li Rojavayê Kurdistanê gundê Tel Naif ya ser bi Hesekê ve hatiye dinê.

Li ber destê hunermend Ebdulrehman Dirêî, fêrî xêzên pêş bû di cîhana hunerê de û berê wî da wê jiyanê.

Di sala 1978 an de çû Nimsa û li Viyanayê ma ta koça wî ya dawî.

Malva endamê Yekitiya Giştî ya hunermendên Nimsa bû. Di heman demê de endamê UNESCO yê bû.

Berhemên wî bi nirxekî mezin dihatine girtin.

Berhemên wî bêtir li welatên wekî : Amêrîka, Kanada, Nimsa, Elmanya, Sûriye, Ferensa, Îtalya, Hollanda, Japon, Rûsiya û hin welatên din jî

Di roja Şemiyê de, 10.17. 2015 ê li mala xwe ya li Klosterneuburg a nêzîkî Viyana yê koça xwe ya dawî kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:02 0:00

XS
SM
MD
LG