Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Îslamî li Rojhilatê Şamê Xwe Dikin Yek


Sê rêxistinên Îslamî yên opozisyona Sûrî navendeke operasyonên hevbeş li rojhilatê paytexta Sûriyê ragihandin da ku şerê rejîma Sûrî û hevalbendên wan yên Rûs bikin.

Rêxistina Cebhet el Nusra, şaxê el Qayîde li Sûriyê, yek ji wan her sê rêxistinên ku ev rêkeftin îmze kirine, li gorî daxuyaniyekê ku li ser malperên medyaya civakî hate belavkirin. Herdu rêxistinên din jî Ahrar el-Şam û Yekîtiya Îslamî ya Cund el-Şam in.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku artêşa Rûsya kempeyna xwe ya asmanî jibo piştgiriya rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed berdewam dike.

Rûsya berî sê hefteyan kete nav şerê Sûriyê, bi mebesta ku şerê mîlîtanên DAIŞ bikin. Lê Amerîka û grûpên serhildayan dibêjin, êrîşên asmanî yên Rûsya komên serhildayan dikin armanc da ku piştgiriya Esed bikin.

“Nema tiştekî veşartî ye ku gelê Misilman, bi taybet li welatên Şamê, rastî êrîşeke hovane tê. Rûs bi fermî li vir û xaçperest jî (koalisyona bi serkêşiya Amerîka) û hevalbendên wan ji berê ve li vir in.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Nema tiştekî veşartî ye ku gelê Misilman, bi taybet li welatên Şamê, rastî êrîşeke hovane tê. Rûs bi fermî li vir û xaçperest jî (koalisyona bi serkêşiya Amerîka) û hevalbendên wan ji berê ve li vir in.”

Ev navenda operasyonên hevbeş ku nû hatiye avakirin, bi navê Cund el Malahem anku Leşkerên Dastanan tê naskirin, dê li devera rojhilatê Şamê (Xûta Rojhilat) çalakiyên xwe bikin. Ev dever li jêr destê opozisyonê ye.

Rojnamevanekî xwecihî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got ku ev “pêşketina mezin” dê yekser bandorekê li rêveçûna şer bike.

Rojnamevanî herwiha got, “ez hêvî dikim ku ev yek krîza mirovahî li vir xirabtir neke, jiber ku bersiva rejîma Sûrî nayê pêşbînkirin. Ne xema Nusra û Ahrar el Şam e ku çi bi serê xelkê were. Ew tenê li berjewndiya xwe digire.”

Hêjayî gotinê ye ku herêma Xûta Rojhilat ji Hezîrana 2014ê ve ji aliyê rejîma Esed ve dorpêçkirî ye û ev yek jî bûye sedem ku rewşa aborî ya xelkê xirab bibe.

Ji bilî Cebhet el Nusra û Ahrar el Şam, rêxistina Artêşa Îslamê jî hinek deveran li Xûta Rojhilat kontrol dike.

Nusra ji aliyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê zanîn.

XS
SM
MD
LG