Li Dûbey pêşengeha huneremdnê şêwekarê kurd Abdul Karim Majdal Al-beik hate vekirin ji aliyê Galîriya Ayam di 9 Mijadarê de ta dawiya vê salê.
Al-beik yek ji huneremdên Rojavayê Kurdistanê ye ku ji ber şerê Sûriye li Bêrûtê bi cî bû ye û ev serê çend salan bi Gaîriya Ayam re kar û xebatên xwe berdewam dike.
Pêşengeha Al-beik bi navê Dilên li ser dîwar e, ku ew berdewamiya pirojeya wî ya bi mijara Dîwar ve heye, û girînigiya dîwar wekû semboleke dîrokî, jiyanî û hunerî jî di jiyana mirovan de.
Al-beik li ser pêşangeha xwe got: Dîwar riwê mirov, bîranînê wî û cihê wî bi bîrtîne, ji ber wê min xwest ez çîroka penaberan di vê pêşangehê de bêjim.
ji bo guhdarkirina vê hevpyevînê, fermo faylê deng veke