Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî: Rizgarkirina Şengalê Dê Bandora Xwe Li Rizgarkirina Mûsil Hebe


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî dibêje rizgarkirina Şengalê ji aliyê şervanên Kurd ve, dê bandora xwe ya erênî hebe li ser cihên din yên di bin deste Daiş de li Îraqê. Wî got:

“Bê guman çi serkeftin l içi herêmê dê bandoreke mezin hebe li bidestxistina serkeftinan li herêmên mayî û bê guman rizgarkirina Şengal dê bi berferehî bandora xwe li rizgarkireina Mûsil hebe.”

Hêzên Kurdî dibêjin ew rastî berxwedaneke biçûk hatin di pêşketinên xwe yên doh de, û ev jî diyar dike ku çekdarên Daiş bişûve çûne anjî xwe ji bo şerekî nû amade dikin.

Li Washington, serok Barack Obama got ew bawere ku pêşketinên Daiş li Îraq û Sûriyê hatine vehewandin, lê wî got ev nê wê wateyê ku gurûpa tundrew bidawî bûye.

XS
SM
MD
LG