Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Îsmaîl: PYD Pirojeyeke Dijî ENK-S Li Sûriyê Birêve Dibe


Mihemed Îsmaîl
Mihemed Îsmaîl

Hate ragihandin ku hêzên Asayişê û polîsê leşkerî yên girêdayî bi rêveberiya xweser de li bajarê Qamişlo doh jimarek ciwanên Kurd girtin, piştî vegera wan ji merasîmên binaxkirina du pêşmergeyên rojava yên ku di şerê Şengalê de jiyana xwe jidestdabûn.

Birêvebirê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê rêzdar Mihemed Îsmaîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka girtina wan wek revandin binav kir û got:

“Ew ji bo leşkeriya neçar hatine girtin, me lîsteyek bi navê 15 xortan heye lê jimar ji wilo bêhtir e.”

Îsamîl ev kiryar wek pirojeyeke dijî partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) anî ziman û ragihand ku ev yek ne di berjewendiya Kurdan de ye.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mihemed Îsmaîl SW 11_15_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:26 0:00

XS
SM
MD
LG