Ev serê çend rojan e, ku Kantona Efrînê hatiye dorpêçkirin ji aliyê girûpên tendrawên îslamî bi serpereştiya Cebhet el-Nusra ya bi ser El-Qaîde ve ye û gef û çavsoriyan li niştcihên Efrînê dikin.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de bi serokê desteya hundirîn ya kantona Efrînê, parêzer Hesen Beyrem re li ser vê babtê anî ziman û got: "Efrîn hatiye dorpêçkirin ji aliyê girûpên tendraw, lê em bi hemû aliyên xwe ji şer re amden e, û derbasbûna Efrînê xewne ji wan re."
Herwiha jî birêz Beyrem li ser rewşa jiyana xelkên Efrînê axivî û got ku, rêveberiya kantona Efrînê xwe amade kiriye ji rewşke wiha re, û alav û pêwistiyên jiyanê hilaniye ji bo demeke dirêj.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke