Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belcîka Huşdariya Terorê Dixe Asta Herî Bilind


Desthilatdarên Belcîka huşdariya terorê li Biroksêl xistin asta herî bilind. Wan huşdarî dan li dor pêşbîniya êrîşeke wek ya berî 8 rojan li Parîsê ku di encamê de 130 kesî jiyana xwe ji dest da.

serokwezîr Charles Michel îro şemiyê got wan huşdarî bilind kirin bo asta çarem wek bersiv bo agahîne destnîşankirî li dor metirsiya êrîşeke wek ya Parîsê.

Wî di konfiranseke rojnamevanî de got,”Hin metirsî hene ku kesin bi çek û teqemenê êrîşî gelek cihan bikin.“

Daxuyaniyeke ewlekariyê îro berê demekê huşdarî da hemwelatiyan ku qasî dikarin ji cihên qerbalix yên giştî dûrkevin, wek ahengan, bazaran û îstgehên veguhestinê.

Li ser tembeyeka polîs, desthilatdarna her wiha sîstema Metro ya Broksêl girtin, bi kêmanî ta roja yekşemê ji bo nehêştina çi gefan.

Tê zanîn şeva 13 mehê, çekdaran zincîrek êrîş birin ser Parîsê, gurûpa tundrew a Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşê.

XS
SM
MD
LG