Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Kar Bêhtir Pêwîste Bo Parastina Rûsya Ji Êrîşên Terorîst.


Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje helmeta bombebarkirina armancên Daiş li Sûriyê kar dike, lê hîn kar bêhtir pêwîste ji bo parastina Rûsya ji êrîşên terorîst.

Wezîrê berevaniya Rûsya Sergei Shoigu got êrîşên hevbeş yên firokên şer û rokêtên Kirûz yên deryayî, bingehên niftê û bi sedan erebeyên nifthilgir bumbebaran kirin di vê hefteya borî de.

Berpirsê Rûsî her wiha got êrîşên esmanî bi sedan çekdar kuştin li rojhilata Sûriyê.

Tê zanîn Rûsya şerê xwe gurtir kir li dijî Daiş piştî ku gurûpa terorîst berpirsiyariya xwe ragihand li dor bumbekirina balafireka Rûsî li nîvgirava Sînai li Misir, ku hemî 224 sernişîn û têmê wê jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG