Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda Di Êrîşekê De Deh Kes Têne Kuştin


Li Îraqê Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşeke li ser mizgefteke Şîiî li Bexda ku di encamê de li gor berpirsên Îraqê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyaniya Daiş ku piştgirên wê li ser Internêt belav kirin tenê balê dikşîne ser êrîşeke xwekujî. Berpirsên Îraqî dibêjin bumbeyeke li ser rê li derveyî mizgeftê teqiya berî çend kêlîlkan ji êrîşeke xwekujî bo hindirê avahiyê.

Berpirsên Îarqî dibêjin çar êrîşên ciyawaz li Bexda îro şemiyê 8 kes kuştin û 20 jî birîndar kirin.

Di êrîşekê de, çekdaran karwanekî leşkerî gullebaran kirin li başûrê Bexda, sê kes kuştin ku du ji wan serbaz bûn û du kesên dinjî birîdar kirin. Sê êrîşên dinjî bumbeyên ser rê bûn ku pênc kes kuştin û 18 kesên din birîndarkirin.

Berpirsên polîs û yên nexweşxaneyan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li ser medya nebû.

XS
SM
MD
LG