Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helwesta Amerîka li dor Wergirtina Penaberên Sûrî


Imran Mensûr, Azad Mûsa, û Mehmûd Ebbas
Imran Mensûr, Azad Mûsa, û Mehmûd Ebbas

Hefteya borî encûmena niwêneran a Amerîka erê kir li ser ragirtina pirograma wergirtina penaberên Sûrî.

Siyasetmedarên komarî bi awakî aşkere li dijî pirograma rêveberiya Obama ya wergirtina penaberan rawestiyan.

Di heman demê de, bi dehan hakimên wîlayetên Amerîkî ragihandin ku ew bixêrhatina penaberên misilmanên Sûrî nakin.

Rêveberiya Obama bi awakî rijdî li beramber van nerîn û biryaran rawestiya û Obama got:

“Ne tiştekî durist e em bi sam û tirsê besiva êrîşên terorîst bidin.“

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Rawêjkarê encûmena niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê rêzdar Mehmûd Ebbas ku li wîlayeta Têksas dimîne; parêzerê Kurdê Sûrî rêzdar Imran Mensûr ku li Frensa dimîne; û her wiha çalakvanê Kurdê Sûrî rêzdar Azad Mûsa ku li wîlayeta Indiyna dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 11_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:49 0:00

XS
SM
MD
LG