Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Hunermendê Şêwekarê Kûbî Wilfredo Lam Li Parîsê Vebû


Navenda Pompidou li Parîsê dest bi pêşangeha hunermendê şêwekarê Kûbî ê navdar Wilfredo Lam (1902-1982) kir, ku wê ta15 ê Sibata 2016 an dewam bike.

Di pêşangehê de li nêzîkî 400 berhemên wî yên cêwaz tên pêşandan ji (şêwekarî, nîgarekêşî, Fotgrafî, destnîgarên ser pirtûkan û nameyên wî).

Herwiha jî cara yekê berhemên wî yên bi komirê hatibûn çêkirinbê tên pêşandan.

Pêşangeh berhemên Lam li gorî guhertin û şêwaziya wî hatiye amadekirin.

Li ser hunermend Wilfredo Lam:

Di sala 1902 an de, li Kûba ji dayik bûye, ji bavekî Çînî û dayikek Afrîkî-Hindî Amerîkî.

Di sala 1920 an de, derbasî Akadimiya Hunerê li Havana bû bo xwendina hunera ciwan. Sala 1924 çû Spaniya û li Medrîdê dest bi berhemên xwe kir , dûrî zaneyariyên akadimîk, bi awayek serbest û xwezayî.

Di sala 1938 an de, çû Parîsê û li wir hevaltiya wî bi hunermendên navdar re çêbû, mîna Pîcasso, herwiha jî tevlî tevgera Surrealimê bû.

Lam yek ji mezintirîn hunermendê cîhanê ye, ku bandoreke girîng list di pêşxistina hunerê di cîhanê de û avkirina hizir û bêrewerên nûjen di çanda nû ya cîhanê de.

XS
SM
MD
LG