Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Gund ji DAIŞê Hatin Paqijkirin


Di operasyoneke leşkerî de, îro Çarşemê serî sibê, hêzên Pêşmergên Kurdistan, bi alîkariya Firokên hevpeymanan operasyonek li dija çekdarên Daişê li eniya Gula Musilê û Wankê dan destpêkirin.

Weke yek ji Fremandarên Hêzên Pêşmergên Kurdistan jibo pişka kurdî ya Dengê Amerîka dide zanîn ku, hind yekîneyên wan di vê operasyonê de 3 gund ji çekdarên Daişê paqij kirine.

Emîd Emer M.Xalid Boselî, harîkarê Fermandê hêzên Pêşmergên Kurdistan, fermanda Duhokê, di hevpeyvinê de dibêje, ew gundên hatîne rizgarkirin, xweciyên wê welatiyên erebin, lê jiber ku, çekdarên Daişê ew gund kirine bazbera êrîşanîna ser hêzên Pêşmergan, jibo ku, ew herêm bi ewle be, ev gund hatine rizgarkirin.

Boselî herweha dibêje, piştî rizgarkirina Şengalê moralê çekdarên Daişê bi temamî têkçûye.

Temamiya gotinên Emîd Emer Mohamed Xalid Boselî guhdarî bike.

Didar ligel Fermandar Emer M.Xalid Boselî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00

XS
SM
MD
LG