Çekdarên Boko Haram di êrîşekê de îro Pêncşemê herî kêm 15 kes li herêma Diffa ya Nîjer kuştin.
Hêzên ewlekarî yên Nîjerî got, mîlîtan bi pêya giheştin gundê Gogone û bê armanc gule li ser gundîyan barandin û ew kuştin.
Hêzên ewlekarîyê didine zanîn ku hêzên hikûmetê ketine dû çekdarên Boko Haram û operasyon berdewam e.
Hêjayî balkişandinê ye ku Boko Haram gelek caran êrîşan li ser herêma Diffa dike û mirovên wê herêmê dikuje.
Di encama wan êrîşan de dora 150 xwendingeh hatine daxistin û 12,000 xwendekar ji xwendinê mehrûm mane.