Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Bajarokekî Li Parêzgeha Helebê Kontrol Dikin


Li Sûriyê serhildêr dibêjin wan bajarokek li parêzgeha Helebê kontrol kirin ku di bin destê Hêzên Hikûmetê û alîgirên wan yên Şîiî de, piştî şerekî giran di navbera herdû alîyan de.

Koalisyoneke gurûpên serhildêr, di nav de jî Cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qayde, ragihand ku wan îroj şemiyê bajarokê Til Başir li gundewarê Helebê vegerandin bin destê xwe piştî ku hêzên Sûrî bi piştgiriya çekdarên Hizbullah yên Libnanî û hêzên Îranî du hefteyan berê destê xwe dabûn ser.

Cebhet el-Nusra wêneyeka firokekeke bê firokvan belav kir ku diyar dike şervanên Îranî direvin ji ber serhildêrên ku bi tankan derbasî bajarok dibin.

Li gel êrîşên esmanî yên Rûsî yên berdewam, hêzên opozisyonê serkeftinên berbişav bidest dixin li dijî hêzên hikûmetê û hevalbendên wan li wê herêmê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li London e, kontrolkirina Tal Başir ji aliyê serhildêran ve dupat kir.

XS
SM
MD
LG