Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Sebahattin Çoban Li Ser Kuştina Parêzer Tahir Elçi Diaxive


Di îro Şemiyê de 28 Mijdarê li bajarê Diyarbekirê serokê sendîqa parêzerên kurd li Diyarbekirê Tahir Elçî hate kuştin di dema xwendina beyanameya sendîqê ji rojnemevana re.

Di derbarî vê buyerê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi parêzer û endamê sendîqa parêzererên Kurd li Diyarbekirê Sebahattin Çoban re kir, ku di derbarî kuştina Elçi de got: "Elçi di bin gefê de bû ji aliyê dewleta Tirkî ve û ew binçav bibû ji demeke dirêj ve.

Herwiha jî birêz Çoban şêweya kuştina Elçî şîrovekir û got:

"kuştina wî bi fîşekekê ji paş serê wî bû û di çavê wî yê çepê de derketibû."

Hêjaye gotinê ye, ku Tahir Elçî bi awayekî eşker ragîhandibû ku partiya PKK ne rêxistineke teroriste û her wî dixwest ku mafê Kurdan li Tirkiye bê rewakirin û bi aştî bê stendin, ku bibûn cihê diltengî û nerazîbûna Hikûmeta Tirikiye û ji ber wan doz lê hatibû vekirin.

ji bo guhdarîkrina vê hevpeyvînê, fermo faylê deng veke

Hevpeyvîna Sebahattin Coban-LA-11-28
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG