Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Rêxistina Bar Li Amedê Tahir Elçî Hat Kuştin


Berpirsekî Tirk dibêje parêzerê navdar Tahir Elçî ku rastî cezayê zîndankirinê bûbû li dor piştgiriya bo şervanên Kurd li Tirkiyê, îroj di êrîşekê de hate kuştin.

Şaredarê bajarê Amedê Ferat Anlî got Tahir Elçî îroj şemiyê di dema xwendina daxuyaniyeke rojnamevanî de hate kuştin.

Elçî, ku serokê rêzistina Bar e li Amedê, ew meha berê hatibû girtin ji ber ku wî di bernameyeke zindî de gotibû Partiya karkerên Kurdistan PKK ne rêxistineke terorîst e.

Dozdarên Tirk hewildana cezayî 7 sal zîndan dikirin ji bo Elçî bi tawana ku wî propaganda ji terorîstan re kir.

Li alîkî din, Tirkiyê huşdariyeke belav kir têde hemwelatiyên xwe haydar kirin ku geştên xwe yên ne pir pêwîst bo Rûsya ragirin.

Wezareta derve, îroj şemiyê got wê ev daxuyanî derxist ji ber ku ku hemwelatiyên Tirkiyê li Rûsya rastî probleman dibin.

Wê got divê hemwelatî geştên xwe bo Rûsya ragrin ta ku rewş zelal dibe.

XS
SM
MD
LG