Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Malî Êrîşeke Rokêtan Li Bingeha UN Sê Kesan Dikuje


Li bakurê Malî çekdaran bi rokêtan êrîşî bingeheke Neteweyên Yekgirtî kirin ku di encamê de du endamên erka UN ya parastina aştiyê û karmendekî sivîl jiyana xwe ji dest dan, li gor berpirsan.

Peyvdarê erka UN Olivier Salgado got bi kêmanî 20 kesên dinjî birîndar bûn di êrîşa bajarokê Kidal de û birînên wan giran in.

Çi agahî nînin li dor kesên berpirtsiyar li dor vê êrîşa ku tê piştî êrîşeke çekdarî li ser hotêlekê li Bamako ya paytext hefte ya borî ku di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Tê zanîn ku herdû gurûpên çekdar-- el-Qayde li Meghrib û alîgirên wê el-Morabîtûn-- berporsiyariya xwe ya hevbeş ragihandin li dor êrîşa 20 mehê li ser Hotêla Radisson Blu.

Hêzên taybet yên Malî roja înê du kes girtin bi gumana girêdana bi êrîşê ve.

Ev tundûtijî diyar dike ku gefa çekdarên Îslamî hîn li dare li bakur û navenda Malî li gel hebûna erka UN ya parastina aştiyê li wir.

XS
SM
MD
LG