Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerîn û Bîrokên Hunemrndan Di Derbarî Sala 2015an û Hêviyên Wan Bo 2016an De


Sala 2015an bi bûyerên mezin derbas bû û guhertinên mezin çêkir li seranserî cîhanê, di hemû aliyên jiyanê de bi xweşî û nexweşiya xwe. Gelo wê çi di sala 2016an de veşartî be?

Bernama Deng û Reng ji Dengê Amerîka bernamak taybet amade kir bi huneremdên Kurd re, ji çend welatên cêwaz ve, di derbarî sala 2015an de, bi hemû bûyerên wê û hêvî û amadekarî ji bo sala nû ji aliyê wan ve çawa tê kirin.

Hunermendê şêwekera Sîrwan Baran ji Başûrê Kurdistanê dibêje:" sala 2015an; saleke zor û zehmet bû, lê hêvî ji wan zehmetiyan mestir in."

Herwiha jî mûzîkjenê Kurd Ganî Mirzo ji Ispaniya hêviyên xwe bi me re par kir û got: "Divê ku kar û xebat zêdetir bibe di vê salê de, û alîkar ji gelê me re bê kirin, çanda kurdî jî li cîhanê bê belavkirin."

Xedîja Bekir jî ji Keneda bi şewatî li ser sala 2015an axivî û got: "2015an saleke pirr nexwş bû li ser gelê me û li ser cîhanê jî, hêviya min ku sala 2016an baştir be û şer li Sûriye bê rawestandin."

Hunermendê şêwekar Ebdulkerîm Mecdel Bêk ji Bêrûtê bal anî ser kesên ku li welat kar dikin û li wir dibin rewşa zoriyê de dijîn,bi taybetî kesên ku mijûlî huner û çandê dibin û got: "Ez kumê xwe li ber wan dadixînim, ji ber ew parastina çand û xaka me dikin."

Di dawiyê de jî, Hunermend Hisko Hisko ji Denîmarkê xemgîniya xwe di derbarî bûyerên sala 2015an de anî ziman û got:" sala 2015an seyr bû, ku di cara yekem de jin û keç li bazaran hatin firotin, ew şermezriyeke mezin bû ji mirovantiyê re."

Di dawiyê de hemû hunermendan hêviyên xwe bi hestyarî anîn ziman ji bo sala 2016an bi berhmdan û çalakiyên hunerî ji bo kesatiya wan û gelê Kurd re li Kurdistan û hemû cîhanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:13:26 0:00

XS
SM
MD
LG