Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Pêşbîniya Nehîştina Cezayên Abûrî yên Navnetewî Dike


Wezîrê derve yê Îranê Jewad Zerîf dibêje cezayên navnetewî dê ji ser Îranê rabin îroj şemiyê dema ku acansa navnetewî ya wizeya otomî IAEA raporta xwe ya dawî derxe li dor programa navokî ya Tehranê.

Wî got:

“Li gor rêkeftina navokî JKPOA, yekser piştî derxistina raportê ji aliyê IAEA ve ku dê cîbecîkirina Îranê diyar bike, me rojeke cîbecîkirinê heye, û em pêşbîniya wê yekê dikin ku ev roj îroj be. “

Zaerîf li gel Medya Îranî axivî li Vienna cihê ku lê kombû li gel niwênerê Yekîtiya Ewropî Federîka Mogherini li dor cîbecîkirina Îranê ya rekeftina Navokî.

Tê zanîn ku daxuyaniya acansa otomî ya Neteweyên Yekgirtî ya dawî di vê derbarê de hîn nehatiye ragihandin.

Bi nehîştina van cezayan re, Îran dê yekser bigihe 100 milyar dolarên ku hatibûn sarkirin li derveyî welêt û dê rê jêre vebe ji bo bazirganiya li gel kompaniyên navnetewî yên firotina otombîlan, balafiran û gelek tiştên din.

XS
SM
MD
LG