Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Îranê Girtiyan bi hev Diguhêrin


Îranê Îroj şemiyê got wê çar girtiyên Îraniyên Amerîkî azad berdan di çarçoweya rêkeftineke guhertina girtiyan de.

Medya Îranê ragihand ku peyamnêrê Waşinton Post Jason Rizayan yê girtî ew di nav kesên azadbûyî de ye.

Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de guhertina girtiyan erê kir û agahiyên beferhî li dor wê ragihandin.

Daxuyaniyê got:

“Bi riya kenalên dîplomasî, ku armanc jê ewbûn berdana hemwelatiyên Amerîkî, em dikarin dupat bikin berdana çar girtiyan ji zîndanên Îranê. Navê wan ewin: Emîr Hikmetî, Seîd Abedînî, Jason Rizayan û Nusretullah Xusrewî Rûdsarî. Îraê her wiha pêgiriya xwe anî ziman li dor hevkariya li gel Amerîka li dor naskirina cihê Robert Levinson.”

Daxuyaniya di berdewamiya xwe de got:

”Me lêborîn pêşkêş kir bo heft kesên Îranî, ku şeş ji wan hemwelatiyên Îranî û Amerîkî ne ku hatibûn tawankirin an hîn li benda dadgehkirinê bûn li Amerîka.”

Berpirsekî mezinî Amerîkî ku nexwest navê xwe ragihîne rêkeftina guhertina girtiyan wek nîşaneke mirovahî anî ziman bêhtirî guhertineka agahdariyê.

XS
SM
MD
LG