Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AI: Pêşmerge Mal û Milkên Eraban Wêran Dike


Rêxiztina Lêbûrîna navnetewî (Amnesty International), di rapora xwe de hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistan bi wêrankirin mal û milkên ereban û derkirina wan tawanbar dike

Di rapora (AI) de hatiye ku, hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê li bakurê Îraqê bi hezaran malên welatiyên Ereb şewitandin e û ew ji gund û malên wan bêpar hiştine, bi zurî xelkê ereb ji warên wan derdikin.

Weke di rapora AI de hatî yekîneyên Pêşmergan yên girêdayî Hikumeta Herêma Kurdistanê(HHK) tawanên cengê encam dane, di raporê de hatiye wan belge hene ku, kurd li bakurê Îraqê bi şêweke plankirî dixwazin kesên ereb li herêmê nehêlin, wan bi darê zurê derdikin û tolhidanê li dij wan encam didin, bi behaneya hevkariya Daişê kirine dema ku di havîna sala 2014an de sêka axa îraqê kontrol kirî.

Di beşeke din ya raporê de hatiye ku, li 13 gund û bajarokên herêmê lêkolîn û lêpirsînên meydanî hatine kirin, ji zêdetirî 100 şahid û qurbaniyên buyeran hatiye pirsîn.

Rêxistina Lêbûrîna navnetewî (Amnesty International) dîsan dibêje wêneyên ji asmanî hatine hilandin di dest wan de hene, ew wêne didin xweyakirin dema pêşmergan û çekdarên din yên Kurd gund û ciyên Ereban wêran dikin.

Rapora (AI) ji 46 rupelan pêk tê, roja Sêşemê di malpera xwe ya fermî de ev rapor weşandiye.

Xanim Donatella Rovera rawêjkara di asta bilnd de ya rêxista AI dibêje, ev wê dide xweya kirin ku Hiukmeta Herêma Kurdistanê bi şêweke pilankirî û bi zanebûn dixwaze hermê ji welatiyên ereb val bike, bi behaneya ku hevkariya Daişê kirin e.

Xanim Donatella Rovera dibêje, hêzên Pêşmerge gelek karmendên wan girtine û bi darê zurê ji herêmê derxistine da ku, lêkolînan encam nedin, herwiha dibêje divê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi zutrîn dem wan kesan siza bide yên ku van karan encam didin.

Li alekî din berpirsên Hikumeta Herêma Kurdisanê dan zanîn ku hîç rastiyek jibo rapora AI nîne, ev kampêna reşkirina navê Pêşmerge ye, dîsan hind fermandarên hêzên Pêşmergên Kurdistan yên ku niha li wan herêman erkê parastinê dibînin, jibo beşa Kurdî ya Dengê Amerîka dane xweyakirin ku, ev gotinên di rapora AI de hatin, ji rastiyê dur in, pêşmerge karekî weha nekiriye.

XS
SM
MD
LG