Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarên Cîhanî Banga Aştiyê Li Tirkiyê Dikin


Çalakiya PEN a Kurd li Diyarbekir
Çalakiya PEN a Kurd li Diyarbekir

Saziya Nivîskarên Cîhanî(PEN), di ragihandineke xwe de bang li dewleta Tirk dike ku, derhal operasiyonên leşkerî li ser herêm û bajarên kurdan li başurê rojhilatê welat rawestîne û li gel kurdan bikeve di nava danûstendinan de.

Ev daxwaza PENa Navnetwî di wî çaxî de hat, dema ku, PEN a Kurd, saziya Nivîskarên Kurd ya ku Endame û beşeke ji saziya Nivîskarên Navnetewî PEN ê, dest bi çalakiya aştiyane kirî li bajarê Diyarbekir (Amed) ê.

PEN a kurd roja Şemiyê di çalakiya xwe de, bang li hêzên ewlekarî û desthilatdarên dewleta Tirk kir da ku, derhal operasiyonên ser bajarên kurdan rawestine û dest bi dialoga aştiyê bike.

PENa Kurd, Serok û Sekirterên PENa Navnetewî û hind şaxên PENên Cîhanî yên weke PENa Înglîz, PENa Slovênî, PENa Baskê, PEN a Mexico, PENa Amerîkî Chicago Network û gelek PENên Din dixwazin şîdeta li tirkiyê raweste, herwiha Komîtên Aştî, Komîta Jinan û Komîta Nivîskarên di Zîndana de ku, komîtên sereke yên saziya Nivîskarên Cîhanê ye destek dane pêvajoya aştiyê û çalakiya PEN a kurd ya jibo rawestandina şîdet, kuştina sivîlan, zurdestiya li ser ramanên azad û rojnamevanan li Tirkiyê.

Di peyameke taybet de, seroka PEN a Navnetewî Jennifer Clement û herdu cêgir Xanim Licina Kathman û Eugene Scholgin banga rawestandina şîdeta liser bajarên Kurdan li dewleta Tirk kirin û piştevanî dan daxwazên Navenda PENa Kurd li Amedê.

Di peywendiyeke telefonî de li gel Dengê Amerîka birêz Şêxmus Sefer serokê PENa Kurd li Diyarbekir da zanîn ku PENa kurd ji piştevaniya Serok û şaxên din yên PEN ên Navnetewî memnun in ku, wan dengê xwe da pal dengê PENa kurd da ku, şer û pevçûn rawestin û dialoga aştiyê bê destpêkirin.

Wek tê zanîn ev nizîkî 2 mehane hêzên artêşa Tirk li bajarên weke Diyarbekir, Şirnex, Cizîre, Silopî, Sîlwan û gelek herêmên din bi tang û topan êrîşî bajarên kurdan dike, bi behaneya şerê li dij şervanên PKK ê, girseya gel siza dide, heya niha bi sedan sivîl, jin û zaro di van operasyonan de hatine kuştin û bi dehan çalakvan, Akadêmesyon û siyasetmedar hatine girtin û binçav kirin.

Hêjayî gotinê ye, Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden di serdanek 2 rojî de li Tirkiyê bu, roja yekê di vê serdanê de li Stenbul, li gel saziyên sivîl û rojnamevana civîn pêk anînin û Tirkiya di warê binpêkirina mafê azadiya ramanê û azadiya rojnamevanî de rexne kir.

XS
SM
MD
LG