Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Biro Behsa Kombûna Xwe ya ligel Barzanî Dike


Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Biro îroj Pêncşemê ji aliyê serokê Herêma Kurdistana Îraqê, Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin û hin babetên girêdayî bi rewşa Kurdên Sûriyê di kombûna wan de hatin guftûgokirin.

Biro di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê kombûnê û got:

“Xala sereke ya kombûnê ew bû konferansa Cinêvê û beşdarbûna ENKS têde wek beşek ji opozisyona Sûrî. Me her wiha behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî kir.“

Biro di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser nûnertiya Kurdan li Cinêv û ragihand ku ENKS li wir dikare nûnertiya Kurdan bike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Îbrahîm Biro SW 01_28_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:16 0:00

XS
SM
MD
LG