Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Hêvî Ji Cenevre 3 Heye yan Ne?


Mistura cuda cuda digel nunerên hikûmeta Beşar Esed û alîyên rikaberîyê kom dibe, piştî hinek pêşketin di çareserkirina çend daxwazên rikaberîyê de pêk hat

Nûnerê taybet yê N.Y bo danûstandinên aştîya Sûrîyê Staffan de Mistura cuda cuda digel nunerên hikûmeta Beşar Esed û alîyên rikaberîyê kom dibe, piştî hinek pêşketin di çareserkirina çend daxwazên rikaberîyê de pêk hat.

De Mistura got, ew geşbîn e ku rikaberî wê bikevin danûstandinan, li bere roja Înê bên kirin.

Peyîvdarekî rikaberîyê got, danûstandinên doh Yekşem erênî û hander bûn. Ev daxuyanî tên dan, piştî pêngavan di pirsên mirovanî de û rawestandina êrîşên firokan li dijî sîvîlan û hilanîna dorgirtina bajarokan ku li pêş gehandina alîkarîyên mirovahî rêgir bûn.

Hinek alîyên rikaberîyê gotibû, ew li Cenevre ne jibo kombûna digel karbidestên N.Y, ne jibo danûstandinan digel hikûmeta Beşar Esed.

Tevî van hewlên N.Y jibo danûstandinên rastewxe yên herdû alîyan, lê gelek şareza pêşbînîya tu encama nakin û di bejin, Cenevre 3 çi pêşketinên zêde tir ji Cenevre 1 û 2 nake. Gelo çima?

Di bernama îro ya Em û Sîyaset da, emê vê pisyarê arasteyî hêjayan, Musa Musa û Dr. Ridwan Badînî bikîn.

Musa şirovekarê sîyasî ye û li Cenevre digel nunerên Encûmenê Niştimanî yê Kurdî ya Sûrî (ENKS) bû û Dr. Rudwan mamostayê Zanîngeha Selahedîn e û serokê Peymangeha Ragihandin û Lêkolînên Sîyasî ye li Hewlêrê.

Gelo Hîvî Ji Geneva 3 Heye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:03 0:00

XS
SM
MD
LG