Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê Xelk Ji ber Êrîşên Esmanî yên Rûsya Direvin 


Li Sûriyê bi deh hezaran xelk li Helebê ji malen xwe bazdidin û berê xwe didin cihên aram li Tirkiyê.

Ew li bakurê welêt direvin ji ber êrîşên esmanî yên Rûsî ku birêve diçin li dijî gurûpên serhildêr yên ku hewil didin rêjîma Beşar el-Esed birûxînin.

Tirkiyê dibêje bi hezaran Sûrî berê xwe didin sînorê wê ji bo derbasbûna welêt.

Ew dibêje wê berê 2 milyon nîv Sûrî vehewandine ji dema destpêkirina şerê navxweyî ve ku berî nêzîkî 5 salan destpêkirî.

Serokê NATO Jens Stoltenberg di vê derbarê de dibêje êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûriyê ew hewlan têkdibin ji bo dîtina çareseriyeke ne leşkerî ji bo şerê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG