Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Tirkî: Renge Erebistana Siudî û Tirkiyê Êrîşan li Sûriyê Birêve Bibin


CAVUSOGLU
CAVUSOGLU

Medya Tirkî li ser zimanê wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu radighîne ku welatê wî renge li gel Erebistana Siudî operasyoneke li ser erdê li dijî Daiş birêve bibe li Sûriyê.

Piştî beşdarbûna xwe di konferansa Miyûnêx, Cavusoglu got Erebsitana Siudî amadebû ku hêz û balefiran bişîne bingeha esmanî ya Incirlik li Tirkiyê.

Rojnameya Yeni Safak a girêdayî hikûmetê îroj şemiyên axaftinên Cavusoglu ragihandin.

Cavusoglu jimara hêz û balefiran destnîşan nekir û nejî dema şandina wan, lê wî got serdanên seretayî di vê derbarê de hatin amadekirin.

Bingeha Incirlik tê bikaranîn ji aliyê koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka li dijî gurûpa Dewleta Îslamî.

Kenalên Tilfizyonî yê Tirkiyê NTV û CNN a Tirkî wan jî nîşan bi wê yekê dan ku Tirkiyê û Erebistana Siudî pêwîstiya operasyoneke li ser erdê li Sûriyê didin berçavan.

XS
SM
MD
LG