Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zuhat Kobanî: Em Pêgir in bi Biryarên Neteweyên Yekgirtî li dor Sûriyê


Zuhat Kobanî
Zuhat Kobanî

Di demekê de ku çavê xelkê Sûriyê li agirbestekê bû civaka navnetewî li Sûriyê pêkbîne, şer û tundutijî li bakurê Helebê gurtir dibe û bêhtirî aliyekî navxweyî, herêmî û navnetewî tevlê dibe.

Ev jî, li gor hin çavdêran, axaftinên aştiyê yên ku li Cinêvê birêve diçin rastî hilweşandinê dikin û rewşa Sûriyê bêhtir têk dibin.

Berpirsê rêxista PYD li Ewropa Zuhat Koabanî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser sedemên van pêvajoyên dawiyê û got:

“Li Miyûnixê lihevhatinek bû li dor agirbestekê, lê Tirkiyê xwest rê li van hewlan bigre ji ber ku ew naxwaze aramî li herêmê çê bibe. Ew dixwaze alozî berdewam be da ku sûdê jê wergire. “

Kobanî ku li Belçîka dimîne, pêgiriya partiya PYD ragihand bi biryarên Neteweyên Yekgirtî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê .

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Zûhat Kobanî SW 02_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:11 0:00

XS
SM
MD
LG