Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Artuklu yê Nûhilbijartî Irmak Rastî Êrîşeke Çekdarî Hat


Li qaza Artuklu ya Merdînê, bajarvanê nûhilbijartî Emîn Irmak li gundê Gokçe rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Karmendên saxlemîyê birêz Irmak birin Dîyarbekirê ku nexweşxaneyên baştir lê hene.

Televîzyona CNN Turk ragihand ku dema êrîş qewimî, Irmak li gundê Gokçe bû ku du malbatên neyar lihev bîne.

Di bûyerê de herwiha 2 kesên din jî birîndar bûn ku ew jî ligel Irmak bûn.

Emîn Irmak do hilbijartina 30yê Adarê de ji Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) wej şaredarê navçeya Artuklu hatibû hilbijartin.

Tê ragihandin ku hêzên jandarma yên Tirkîyê vekolîna bûyerê dikin.
XS
SM
MD
LG