Sêşem, 29 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 12:46

Herêmên Kurdan

Wezîrê Tirk Atalay: "Li Dîyarbekirê Hêvî û Bawerîyeke Mezin jibo vê Pevajoyê Heye"

x
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay jibo gava nû a çareserkirina pirsgirêka Kurd, roja Çarşemê li Dîyarbekirê bi 36 nûnerên sazîyên sivil re kom bû.

Wezîr Atalay, piştî kombûnê di derbarê civînê de got “nûnerên ku beşdarê civînê bûn piştgirîya xwe ragihandin û destnîşan kirin ku ji vê pengavê hêvîdar in.”

Beşir Atalay destnîşan kir ewê vê rewşa erênî sibê di civina wezîran de jî destnişan bike.

Ji alîye din ve, Baroya Dîyarbekirê, Komela Mafên Mirovan, Sendîkaya Memur-Sen û gelek nûnerên sazîyên Kurdî ji civînê re nehatibûn vexwendin.

Nûnerê Dîyanet Sen'ê Omer Ersin ji Dengê Amerîkayê re got, ew nizanin ku jiber çi sedemê nehatine vexwendin.

Rêvebirê Însîyatîfa Azadî Muhammed Akar jî got, yên ku îro beşdarê civînê bûn,  % 80 nûnerên sazîyên dewletê  û yên AK Partîyê bûn."

HK_2_22_13_1
HK_2_22_13_1i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
29.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.