Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Darvekirina Alkhani Şermezar Dike


Behrouz Alkhani
Behrouz Alkhani

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) darvekirina Kurdê Îranê Behrouz Alkhani yê 30 salî şermezar kir.

Amnesty bal dikşîne ser wê yekê ku Alkhani, bê ku serîledana wî ya Dadgeha Bilind bi dawî be, hate sedare kirin.

Lêxweşbûna Navnetewî herwiha rexne li karbidestên Îranê dike ku heta niha red kirine ku termê Alkhani bidin malbata wî.

Rêvebirê Programa Rojhilata Navîn ya Lêxweşbûna Navnetewî, Said Boumedouha got ku îdamkirina Behrouz Alkhani, ku hîn jî li benda biraya Dadgeha Bilind bû, kiryareke hovane ya bê dilovanî ya karbidestên Îranê ye.

“Ew kiryar herwiha bêrêzkirina qanûnên Îranî û yên navnetewî ye. Cîhê mixabinê ye ku karbidestên Îranî bi nedayîna termê Alkhani, êş û azarên malbatê jî kûrtir dikin.”

Boumedouha bi berdewamî got, ne rêwa ye ku karbidestên Îranî Alkhani darve kir, bê ku peyvajoya dadkirina wî temam be û ew encama îtîraza xwe ya di Dadgeha Bilind de wergire.

“Piştguhkirina bangên navnetewî yên sekinandina darvekirinê Alkhani jî alîyê karbidestan ve, nîşana bêrêzîya wan ya dadwerî ye. Sedarekirina Alkhani delîleke din e ku Îran bi biryar e ku darvekirinên wiha bidomîne û heta niha pirtir jî 700 kes, di nav vê sale de, bi vî awayî hatine kuştin," Boumedouha bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG