Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Mîlîtanên Dewleta Îslamî ji Rafînerîya Becî Derxistin


Karbidestên Îraqî îro Înê dibêjin, hêzên hikûmetê mîlîtanên Dewleta Îslamî ji rafînerîya Becî ya li bakurê Bexda derxistin.

Cîhadîyên Îslamî demeke zûtir ya vê sale, bi çend bajarên din li Îraqê xistibin bin kontrola xwe.

Bajarokê Becî li ser rêya serekî ya Musilê ye cîh digire ku Dewleta Îslamî di meha Tîrmehê de girtibû destê xwe.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel do Pêncşemê gotibû, bi bandorbûna hêzên Îraqî li erdê, di demên pêş de, êrîşên esmanî yên Amerîkî li dijî Dewleta Îslamî jî pirtir bin.

Hagel ji komîteyeke Kongresê re gotibû ku koalîsyona navnetewî li hember Dewleta Îslamî, li Sûrîye û Îraqê pêşketinên girîng dest dixe.

Hagel herwiha dîyar kiribû ku hêzên Îraqî, Kurdî û yên êşirî ku ji hêzên Amerîkî destek distînin, li hin deveran pêşketina Dewleta Îslamî rawestandine.

XS
SM
MD
LG